PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêwîstiya nêrîneke hevbeş ya paşeroja Iraqê kir

Li roja sêyem û dawî ya serdana xwe ya Bexda, îro dûşem 12.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi cûda cûda li gel her yek ji serkirdeyên hêz û aliyên Iraqî birêzan Selîm Cibûrî Serokê Kombûna Şaristanî ya Çaksaziyê (kar), Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê berê, Humam Hemmûdî Serokê Encumena Bilinda Îslamî Iraqî, Eyad Elawî Emîndarê Giştî yê Partiya Wîfaqa Niştimanî û Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Elezm civiya.

Li civînan de pêşhatên siyasî û emni dawiyên welat, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên Da’îş û peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê hatin guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li civînan de tekez li ser nêrîna xwe ya ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi wê yekê dûpat kir ku pêwîste hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê bigihin nêrîn û têgihiştineke hevbeş ya ji bo paşeroja Iraqê da ku aramî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê mîsoger bike. Ji bo vê mebestê jî divê hemû sûd ji şaşî û ezmûnên berê werbigrin. Rêzdar Bexdayê bi kûrahiya stratejiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan da zanîn.

Rêzdar dûpat kir ku piştî hejdeh salan li rûxana rejîma berê ya Iraqê û avakirina Iraqa nû, êdî divê dawî bi qonaxa raguzeriyê bê û qonaxeke nû li welat destpêbike ku bi dewlemendiya mirovî û xwezaya Iraqê, avadanî û xizmetguzariyên zêdetir û baştir pêşkêşî hemû Iraqiyên li seranserê welat bê kirin û Iraq cîh û pêgeha xwe ya li ser asta Herêmî û cîhanî werbigrê.

Li vî derbarî de serkirdeyên Iraqiyan jî hevramana Serok Nêçîrvan Barzanî bûn ku bi nêrîneke hevbeş kar ji bo paşerojeke baştir li Iraqê bê kirin û bi hebûna îradeya siyasî û têgihiştina hevbeş dikarin astengên li ber proseya siyasî bêne rakirin, ji bo eve jî derbaskirina yasaya budceya Iraqê û hemwara yasaya dadgeha Federalî û hilweşandina Perlemanê bi mînak anî.

Hêz û aliyên Iraqî serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê bi derfetek zanîn ji bo nûkirina tora peywendiyên hêzên siyasî û karê pêkveyî ya bi navê derbaskirina welat ya qonaxeke baştir ku aramî û avadanî û pêşketin û hevbeşî û beşdariya hemûyan li proseya siyasî û birêvebirina welat da li ser bingeha welatîbûn û berjewendiya hevbeş dabîn bike û hêvî xwestin encameke baş jê derkeve û ev serdan û hevdîtin ji bo hevhelwestî û pêkanîna bingeheke têgihiştina hevbeş berdewam bin.

Back to top button