
Îro, Yekşemî 12.7.2020 Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî yê xwedê jêrazî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxiyê pêşkêşî akademîsyen û kesayetiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Îbrahîmê Mîrzoyêv kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji xwedayê mezin xwest xwedê jê razî têxe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemûyan.