CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Vatîkan û Îtalyayê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 12.04.2023ê bi serdaneke fermî gihîşte Romayê.

Di çarçoveya serdana xwe da, sibê roja pêncşemê dê bi Papa yê Vatîkan, Serokwezîrê Îtalyayê û berpirsên bilindên wî welatî ra bicive.

Pêşxistina têkiliyan û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş û çend mijarên din yên xwedî girîngiyeka hevbeş dê di civînên Serok Nêçîrvan Barzanî digel Papayê pîroz yê Vatîkanê û Serokwezîr Meloni da bêne gotûbêj kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button