CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Akademiya Serbaziya Sandhurst kir

Li wêstgeha dawî ya serdana xwe ya Londonê, êvariya îro în 17.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Akademiya Şahaneya Serbaziya Sandhurst ya li ser asta cîhanê de navdare biserkir ku hejmarek xwendekar ji Herêma Kurdistan û Iraqê li xwendin û pêgihandin û xul û rahênanan da beşdarin û mezintirîn akademiya serbaziya Brîtaniye.

Berpirsên Akademiyê ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê kar û erkê sazî û damezraweya akademî û serbaziyê xiste rû ku serkirde û piledarên serbazî bi aliyê akademî û meydanî amade dikin, her wiha li gor bernameyek ku Iraq û Herêma Kurdistanê jî jê sûdmendin, li zêdetirê welatên cîhanê ve beşdariya wan heye û li gel xwendina akademî, aliyê meşq û rahênana cesteyî û serbazî jî ji bo beşdaran pêşdixin.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngî û pêwîstiya hevbeşî û sûdwergirtina Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê da li wan derfetan kir û li hevdîtinê de li gel beşdarên Iraqî û paşê li hevdîtineke taybet da li gel beşdarên Herêma Kurdistanê, destxweşî û pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest, her wiha beşdariya wan bi girîngiya Herêma Kurdistanê da zanîn û bi hêviya berdewambûn û beşdariya zêdetir li Herêma Kurdistanê ve, spasî Hikûmeta Brîtanyayê kir ji bo rexsandina vê derfetê.

Li dawiyê de jî Serok Nêçîrvan Barzanî, yadaşteke li deftera yadaşta kesayetî û serdanîkar û mîhvanên akademiyê da nivîsî û spasî berpirsên akademiyayê kir.

Back to top button