Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Xanim Plaschardt kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plaschardt kir û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hilbijartinên encumenên parêzgehan û peywendiyan gotûbêj kirin.

Her du alî li ser giringiya birêveçûna proseya dengdanê û serkevtî ya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hevdeng bûn û tekezî li ser giringiya parastina ewlehiyê ji bo ku prose di jîngeheke aram de birêve biçe, bi taybetî di deverên di nava maddeya 140î de.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de, her du aliyan hewldan û rola serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî bi erênî nirxand û hêvî xwest ku di qonaxa bê de peywendiyên zêdetir pêş bikevin. têgihiştin û li ser bingehê makezagonê.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wê jî hatin nirxandin.

Back to top button