Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Victoria Nulandê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Mark Straw û hejmarek dîplomat jî di hevdîtinê de amade bûn.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa siyasî û ewlehiyê ya li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê ji bilê van mijaran, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina asayişa şandên dîplomatîk û hêzên Amerîka û hevpeymaniyê yên li Îraqê kirin.
Her du ali li ser wê yekê hevra bûn ku divê aliyên pêwendîdar ên Îraqê, tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina êrişên li dijî baregehên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bistînin.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî her du aliyan yekrêzî û têgihîştina aliyên siyasî bi taybetî ya YNK û PDKyê li Herêma Kurdistanê û li ser asta Îraqê pêwîst dîtin.
Nêçîrvan Barzanî di vê mijarê de bal kişand li ser têgihiştin û başkirina pêwendiyan.
Wekî din hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê û Kerkûkê, rewşa herêmê bi giştî, dawî pêşhateyên li Rojhilatê Kurdistanê, şerê li Xezeyê û çend pirsên din mijarên hevdîtinê bûn.