Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanowski û şandeke pê re ya dîplomasî û leşkerî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî yên li Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya destnîşankirina pêşaneyên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin û hat destnîşankirin ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê derfetek e ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Bandora wê li ser aramiya tevahiya herêmê heye.
Her du alî tekez li ser giringiya hevsengiya Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê kirin û hevdeng bûn ku derfeta hikûmeta nû ya Iraqê heye ji bo handana sermayeguzariyê û kişandina sermaye û sektora taybet ji bo beşdariya di proseyê de.
Pêwendiyên Amerikayê li gel Iraqk û herêma Kurdistanê babetek din yê hevdîtinê bû. Li ser berdewamiya arikariya Amerika ji Iraq û Kurdistanê re hate axavtin. Balyoza amerikayê behsa giringiya yekrêziyê û yekkirina hêzên pêşmerge kir û pişgiriya welatê xwe ji bo prosesa yekgirtiniya hêzên Peşmerge da xûyakirin.
Her du aliyan li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, giringiya çareserkirina pirsa neft û gazê li gel Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û kêmkirina aloziyan, guhertina keşûhewayê, reformên aborî û rewşa navçeyê gotûbêj kirin. Konsulê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û berpirsê maseyê Iraqê li wezareta derve ya Amerîka amade bûn.