Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiya
Îro şemiyê piştî nîvro li Antalyayê Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler civiya.
Her du aliyan peywendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên wan bo parastina aştî û aramiya navçeyê gotûbêj kirin. Her wiha li ser rewşa Iraqê û pêşhatên navçeyê bi giştî danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng û dîrokî nirxandin û tekezî li ser girîngiya xebatê ji bo serkeftina pêvajoyê kirin. Her wiha li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera welatên navçeyê de hevfikir bûn. Ji bo parastina aştî û aramiyê û dûrxistina herêmê ji pirsgirêk û aloziyên zêdetir.
Di mijareke dinê civînê de çendîn mijarên din yên balkêş hatin nirxandin.