CîhanFlaş

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Îro piştî nîvro, li Koşka Elysee ya Parîsê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêşwaziya Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya kir.

Di hevdîtineke dualî de her du serokan behsa bihêztir kirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirekirina hevkariyên di navbera her du welatan de kirin. Serok Barzanî spasiya Fransa û Serok Macron jî kir ji bo berdewamiya piştevaniya wan bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Her du serokan tekîd li ser xwesteka dualî ji bo berfirehkirina peywendiyên di hemû waran de kirin û her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê li Iraqê û dûrxistina welat ji aloziyên navçê hevfikir bûn.

Her du serokan her wiha li ser pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, rewşa Sûriyê, metirsiya terorê û berdewamiya metirsiya DAIŞê, nêrînên xwe danustandin. Her du serokan tekezî li ser giringiya dabînkirina mafên kurdan û pêkhateyên din li Sûriyê û diyalog û têgihiştinê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li navçeyê kirin.

Çend mijarên ku berjewendiya hevpar bûn mijareke dinê hevdîtinê bû.

Back to top button