Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serok Mihemed Bin Zayed Al Nahyan civiya

Li bajarê Ebû Dabî Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiyan.

Her du alî li ser pêşxistina peywendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirekirina hevkariyên di navbera her du welatan de bi taybetî di warên berjewendiya dualî de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de behsa derfetên sermayeguzariyên Îmarat û sektora taybet li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û li ser wan dever û sektorên ku Îmarat dikare li Iraqê sermayeguzariyê bike û Herêma Kurdistanê jî divê di wan de veberhênan bike, danustandin.

Di mijareke dinê hevdîtina han de her du serokan behsa pêşhatên dawî yên deverê û gef û encamên wan li ser rewşa Rojhilata Navîn û welatên deverê kirin.

Her du alî tekez li ser giringiya parastina aşitî û aramiyê, rawestan û aqilmendiyê li rûbirûbûna rewşê kirin, daku rê li ber alozî û aloziyên zêdetir li navçeyê bê girtin û hemû alî ji bo aştî û aramkirina wê kar bikin.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.

Back to top button