Serok Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên Iraqiyan tekez li ser aramiya welat kir

Li duyem roja serdana xwe ya Bexdayê, îro yekşem 11.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hejmarek serkirde û hêzên siyasiyên Iraqê kir ku ji birêzan Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkme, Usame Nuceyfî Serokê Bereya Rizgarî û Pêşxistinê, Cemal Elzarî Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê, Nûrî El Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Hadî El Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih, Dr Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir, Dr. Nessar El Rubeyî Serokê Desteya Siyasiya Tevgera Sadir û Endamên desteyê pêkhatibûn.

Li civînan de bi eşkere û bi vekirî rewşa siyasî û aborî û emnî ya Iraqê û gefên cûda cûdayên li ber welat, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya di navbera wan ya ji bo çareserkirina kêşeyên helawestî, metirsiyên terorê û gefên Da’îş, peywendiyên Iraq û welatên navçeyê û cîhanê, hilbijartinên paşeroja Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî hatin guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo pejirandina budceya Iraqê spasî hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan kir û hêvî xwest eve destpêkek bê ji bo hengav avêtina ber bi çareserkirina kêşeyên dinê Iraqê bi giştî û kêşeyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî. Rêzdar amadeyî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda bi guftûgo û li ser bingeha destûr dûpat kir û got: “Me hemûyan li Iraqê şaşî kiriye, divê bi nêrîneke nû ya hevbeş ve ji paşerojê û ji bo çareserkirina kêşeyan rûpelekî nû vekîn û sûd li ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn”.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku aramî û pêşketina Iraqê û vegerandina li ser pêgeha xwe ya asayî, bi çareserkirina kêşeyên navxweyiyan ve bende û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê jî li gel Hikûmeta Federal, kilîla aramî û paşerojeke baştire ji bo tevahiya Iraqê, her çende kêşeyên Iraqê çareser bibin, ewqas bihêz dibê, ji bo vê mebestê jî girînge diyalog û peywendiya berdewam li nav aliyên Iraqiyan da hebê û ragihand: “Ev serdana me ya Bexda jî li ser vê bingehêye û em dixwazin li gel hemû aliyek li peywendiyeke berdewam da bîn û hevdîtin û civînên li Bexda û Hewlêrê berdewam bin”.

Her wiha rêzdar got: “Hêz û aramiya Iraqê pêkve bestin, nifşeke nû ya siyasî li Iraqê dirust buye û divê bi danayî û nermî muamele li gel rewş û rûdanan da bê kirin. Divê em hemu li Iraqê pêkve bigihîn têgihiştineke hevbeş ya paşerojeke baştir û çareserkirina kêşeyan. Iraq xwediyê çavkaniyên mirovî û xwezayî ya dewlemende û divê hemû alî û pêkhat li proseya siyasî û birêvebirina welat da hevbeş bin û li erk û mafên xwe da wekhev bin. Iraq pêwîstî bi bihêzkirina sazî û damezraweyên xwe ye û gelê Iraqê li hemû cîheke welat hêjayî jiyanekî baştire û pêşbîniya zêdetirê xizmetguzariyê dikin, hez dikin hemû Iraq pêşketî bê”.

Li civînan da aliyên Iraqiyan jî spasî serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê kirin û hevdîtin û civînên li gel serkirde û hêz û aliyên siyasiyan li rûyê demê ve bi girîng, her wiha bi destpêşxerî û hengavekî erênî dane zanîn û hêvî xwestin bibê derfetek ji bo guftûgoyekî ciddî ya aliyan li ser kêşe û giriftên Iraqê û hevkarî û hemahengiya di navbera wan ya ji bo çawayiya çaserekirina wan û kûrkirina hevbeşiya li navbera wan hemûyan da.

Nerîna min :