Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Amerîkayê bi Serokatiya Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên niha Dana Stroll General McFarlane Fermandarê hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke din kir. Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê jî di civînê de amadebûn.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên wan, pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku DAIŞ hîn metirsî ye li Iraq û Sûriyê û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê ji bo parastina destkeftên ewlehiyê yên ku hatine, kirin. Di vê derbarê de, şanda Amerîkî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştgîriya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her du alî tekez li ser berdewamiya kar û hewlên zêdetir bo pêkanîna proseya çaksaziyê û rêkxistin û yekxistina Pêşmerge kirin. Şanda Amerîka spasiya hewl û rola çalak a Serok Nêçîrvan Barzanî di proseyê de kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka bo proseyê kir.
Di civînê de Generalê Pêşmerge û hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê amade bûn.