Serok Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên siyasî civiya

Roja 08.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hêz û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê civiya.

Li kombûnê da ku birêzan Cîgirên Serok amade bûn, rewşa Iraq û navçeyê, peywendiyên derekiyên Herêma Kurdistanê, serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Fransa, rola Herêma Kurdistanê li hevkêşeyên siyasiyên nû da, peywendiyên Hewlêr – Bexda, diyaloga stratejiya Amerîka – Iraq û beşdarî û rola Herêma Kurdistanê ya têda, hilbijartinên Iraq, rewşa navxo û peywendiya di navbera pêkhat û aliyên siyasî hatin guftûgo kirin.

Li civînê de ji bilî dûpatkirina destxweşî û pêzanînên ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û komkirina hêz û aliyên siyasî, li keşekî eşkere û vekirî de kêşe û dilgiraniyan xistin rû û tekez li ser pêwîstî û girîngiya yekrêzî, tebayî, guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasî da ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.

Kombûnê de pejirandina yasaya budceya Iraqê ji hengavekî erênî ya ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê dane zanîn û hêvî xwestin yasa bê bi cîhkirin û karvedaneke erênî li ser jiyan û guzeraniya welatiyan û rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê hebê û rêxweşker bê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan ya li ser bingeha destûr û li çarçêweya sîstema federalî da.

Li civînê de tekez kirin ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûrî, parastina destkeftan û hengavên ji bo paşerojeke baştir, rastbînî û hestkirina bi berpirsiyariya hemuyan, pêkvekarkirin, hevbeşî, tebayî û yekrêzî dixwazê û bi girîngiyê ve tekez li proseya çaksazî û karkirina ji bo baştirkirina debara welatiyan û pêwîstiya parastina azadiyan û azadiya raderbirîn û danîna çarçêwe û mekanîzmeke ji bo berdewamiya van civînan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo bi deng ve hatina vexwendinê û sazdana vê civînê spasî hêz û aliyên siyasî kir û dûpat kir ku take rêya derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina maf û destkeftan û pêgeha destûr û federaliya Herêma Kurdistanê, tebayî û pêkveyî û yekrêzîye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bi vê navê da berdewam dibê û bi sêwan û keprê komkerê hemuyan dimîne.

Nerîna min :