Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiya

Li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Dadwer Dr. Faîq Zêdan Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiya.

Di civînê da li ser proseya siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê bi giştî, hewl û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da li ser bingehê destûrê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya zêdetir di navbera desthilata dadwerî li Iraq û Herêma Kurdistanê ku, aliyên peywendîdarên warê dadweriya Herêma Kurdistanê ji derfet û şiyanên desthilata dadweriya Iraqê sud werbigrin û tekez li ser parastina aştî û aramiya siyasî li welat kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hewl û rola erênî ya birêz Dadwer Dr. Faîq Zêdan Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Serxwebûna desthilata dadwerî, parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê û çendîn mijarên din yê xwedî girîngiya hevbeş di civînê da hatin gotûbêjkirin.

Back to top button