Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê pêşwazî kir

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi balyozê nû yê Brîtanyayê re li Iraqê, tevî bixêranînê, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştgiriya saziyên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkên wî yên nû nîşan da.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan pesna têkiliyên Brîtanyayê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re da, herweha serok Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya hevpar di warên cuda de bi Brîtanyayê re tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, balyozê Brîtanyayê şabûna xwe ji bo serdana Hewlêrê nîşan da û xwesteka welatê xwe ya ji bo berdewamkirina hevkariya pirralî bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rêzgirtina dualî tekez kir. Wî herweha rola Herêma Kurdistanê ya bicîkirina aramî û bihevrejiyanê li Iraq û herêmê bilind nirxand.

Di hevdîtinê de guhertinên herêmî yên dawî jî bi giştî, hatin gotûbêjkirin.

Back to top button