Serok Nêçîrvan Barizanî pîrozbahiyê li bingehê Laliş dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 31 saliya avakirina Bingehî laleş peyameka pîrozbahiyê ragihand.
Peyam:
Bîrhatina (31) salîya avakirina Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî li tevaya xûşk û birayên Êzdî pîroz dikim. Bi rêz û hurmet kar, xizimet û berhemên Bingehê Laliş dinirxînim. Hêvîya pêşveçûn û serkeftina berdewam ji bo wan dixwazim û wek hertim dê her pişitevanê wan bim da ew jî wek kanîyeka zelal ya ku dihurite di rûbarê rewşenbîrîya kurdî da, ji bo xizimetê berdewam be.
Ez, bi vê helkeftinê, careke din hemû xûşk û bira û civaka me ya êzdî pişitrast dikim ku berdewam dê pişitevanê maf û daxwazên wan bim û hindî êzdîyek revandî mabe, karê me yê rizgarkirina wan dê berdewam be. Li ser astê Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê jî, çi ji destê me were, em dê bi her awayî xizimeta êzdîya bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2024