CîhanRojev

Serok Macron: Fransa li piştgîrîkirina Kurdistanê berdewam dibe

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Serok Emmanuel Macron Serokê Fransa dûpat kir û pesnê rola Fransa ya li piştgîrîkirina berdewam li Herêma Kurdistanê û mafên destûriyên gelê Kurdistanê û hevkariya Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan kir. Serok Macron jî dûpat kir ku li serdana paşerojê ya li Iraqê de xweşhal dibê, bête Hewlêrê û ji nêzîk ve serdana Herêma Kurdistanê bike.

Piştî nîvroya îro çarşem 02/09/2020 li Bexda, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa civiya. Li civînê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê, kêşeyên Hewlêr – Bexda, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî guftûgo kirin.

Serok Macron rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û têkşikandina Da’îş de bilind nirxand û ji bilî derbirîna xweşhaliya bi guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexda, piştgîriya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê û hewlên wê yên çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûr da dûpat kir.

Li civînê de her du alî hev raman bûn ku aramiya Iraqê bi çareserkirina kêşeyan dibê û li vî derbarî de hevkariya Fransa û dostên wê yên li civaka navdewletî ya ji bo Iraqê bi pêwîst zanîn.

Parastina serweriya Iraqê û berdewamiya metirsiyên terorê û tevgerên Da’îş, hewldana ji bo kêmkirina aloziyan û parastina aramiya li navçeyê û çend pirseke ji bo her du aliyan jî girîngbûn li civînê de xistin ber behs ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derveyê Fransa û Balyozê Fransa li Bexda û endamên şanda her du aliyan amade bûn.

Back to top button