Polîtîk

Serok li Roma li gel Wezîrê Derveyê Îtalya civiya

 

Li avahiya Wezareta Derveya Îtalya li Roma Julio Têrzî Wezîrê Derveyê Îtalya pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û paşê civînekî hevbeş birêveçû û têda ji bilî tekezkirina li pêşxistina zêdetirê pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê guftûgo di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê bi giştî kirin.

Wezîrê Derveyê Îtalya tekez li ser kûrkirina zêdetirê pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir û got Kurdistan ji bo me li ruyê aramiya siyasî û aboriyê ve cîheke girînge û her wiha got li rêya Konsolxaneya me ya li Hewlêr me kariye wan pêwendiyan pêşbixîn û kompanyayên Îtalya li Herêma Kurdistanê karê baş bi navê avadankirina Herêmê dikin û hewl didîn ji bilî avadankirinê li ruyê kulturî jî pêwendiyên xwe bi hêztir bikîn.

Her wiha gumana xwe jî di derbarê pêvajoya Sûriyê de derbirî û rola Kurdê Sûriye jî bi girîng danî û got ji aliyê min ve girînge her guhertineke li vî welatî rû bide rol û mafê pêkhatên wî welatî têda desteberbê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo wan planên welatê Îtalya derbirî û got: Em bi hemû şiyanek ji bo kûrtirkirina wan pêwendiyan yên bi navê aramiya siyasî û aborî û pêşketina civakiya li Herêma Kurdistanê hevkarê we dibîn.

Di derbarê dosyeya Sûriye ve jî Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê xiste rû ku bîst û çar hezar welatiyên Sûriye li Herêma Kurdistanê penaberin û heta niha li rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina UNHCR ve li gor şiyanê hatine hevkarî kirin û daxwaz jî kir Îtalya û welatên din jî ji bo rewşa jiyana wan penaberan hevkarbin.

Şanda Herêma Kurdistanê ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xanim Rêzan Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya pêkhatibû, şanda Îtalî jî bi berpirsê Fermangeha Karubarê Rojhilata Navîn û Şêwirmendê Bilindê Wezîrê Derve û Berpirsê Dosyeya Iraq li Wezareta Derveyê Îtalya pêkhatibû.

 

Back to top button