Cîhan
Efsaneyê fitbolê Maradona kelecana bavitiyê dijî

Lîstikvanê fitbolê yê efsanewî Armando Diego Maradona, careke din dibe bav. Hevala Maradona a ku bi hev re dijîn, Veronica Ojeda daxuyandiye ku ew ducaniyê 4 mehan e. Veronica Ojeda, li ser malpera înternetê a bi navê ciudad.com ê kelecana xwe parve kiriye.
Fitbolîstê ku heta niha hatiye cîhanê yê ji nav yên herî mezin de Maradonayê Arjantînî yê 51 salî, bavê 4 zarokan e. Ji hevjîna xwe a berê Claudia Vallafane 2 keçên xwe hene. Dîsa bi biryara dadgehê, ku bi xwe qet nasnake û qebûl nake, keçek û kûrekê maradona jî hene.
Maradona û Veronica Ojeda, bi hev re mehr nebirîne û wana niha kelecaniya zarokekî dijîn.