Civak

Serok: Ev serkeftina îradeya gelê Kurdistanê ye

Bi minasebeta ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê serok Barzani daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Barzani ji bo serkeftina PDKê dilxweçiya xwe dide nîşandin û dibêje: Ev serkeftin, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmergeye, serkeftina rêbaza pîrozê Barzaniyê Nemire.

Daxûyaniya serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê, spasî xwe yê bê payan pêşkêşî cemawerê xweragir û bi kedkarê Kurdistanê dikim. Şanaziyekî mezine ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrata Kurdistanê daye. Her ew baweriye ku bingeha şer’iyet û berdewambûne û belge û şahîdiyekî rûne ji bo xebat û destkeft û armancên Partiya Demokrata Kurdistanê.

Ev serkeftin, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmergeye, serkeftina rêbaza pîrozê Barzaniyê Nemire, serkeftina wê rêbazê ye ku qurbaniyekî bê hejmar û hezaran şehîd daye. Serkeftina wê rêbazê ye ku tu demekî musaweme li ser mafên rewayên gelê Kurdistanê nekiriye û nake. Serkeftina wê rêbazê ye ku bi navê pêkvejiyan û azadî û demokrasiyê da xebat kiriye.

Bi helkefta wê serkeftina dîrokiye, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgir û cemawerê Partiya Demokrata Kurdistanê dikim û spasiya wan dikim ku hîmetê kir û bi navê pêkanîna Kurdistanekî bi hêz da PDK serxistin. Li encama vê serkeftinê jî pişt bi xwedayê mezin hikûmetekî bihêz, ji bo Kurdistanekî bihêz û ji bo xizmetkirina gel dadimezrê.

Her li vir jî ev gotina Barzaniyê Nemir bi bîra kadîr û alîgirên PDK tînim ku “Li serkeftinê da mexrûr nebin û li şikestê da jî bê hêvî nebin”, Ev şîreta Barzaniyê Nemir bixin ser hişê xwe û nabê serkeftin mexrûr bike ji ber ku ew serkeftine, serkeftina hemû gelê Kurdistane û ji bo xizmeta Kurdistane.

Niha jî dema ewe hatiye ku hemû alî yekrêzî û yekdengiya mîlletê me biparêzîn û daxwaz ji hemû aliyek jî dikim berjewendiya gel û hevdengiya niştimanî bikin ewlewiyet û li ser rûyê hemû babetek ve deynin.

Hezaran silav ji giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û şehîdên rêya azadiyê

Silav li Pêşmergeyên qehreman

Mesûd Barzanî
21.10.2018

 

Back to top button