Cîhan

Serok beşdarî li salvegera roja ji dayikbûna şahjina Brîtanya kir

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê beşdarî rêwresma salvegera ji dayikbûna Elîzabêta Duyem Şahjina Brîtanya ya li bajarê Hewlêrê kir ku ji aliyê Konsolxaneya Brîtanya li bajarê Hewlêrê hatibû saz kirin.Li vê rêwresmê de ku hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê û Konsol û Nûnerên welatên biyanî li Hewlêrê amadebûn piştî xulekek rawestana ji bo canê şehîdan û xwendina sirûda Brîtanya, Iraq û Kurdistanê, Engus Mekî Konsolê Brîtanya li Hewlêr li gotarek da bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û ronahî xiste ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan ciheke gelek girînge.Li dirêjahiya axaftina xwe de jî behsa hemahengî û hevkariya di navbera her dû aliyan li warên aborî û mirovî û her wiha hemahengiya di navbera artêşa Brîtanya û hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand. Paşê gotarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşkêş kirin û têda tekez li ser dostayetî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Brîtanya û berfirehtirbûna wan peywendiyan kirin.Li beşekî dinê rêwresmê de Serok Barzanî ji nêzîk ve halê wan efserên Brîtanî pirsî ku li rêwresmê da amadebûn ku erkê meşq û rahênana hêzên Pêşmerge li ser milê wane û ji bilî wê destxweşî û spasî û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Back to top button