Polîtîk
Serok Barzani û serokwezîrê nû hatî destnîşankirin bi telefonê axivîn

Serok Mesûd Barzanî û Elî Feleh Zeydî bi rêya telefonê axivîn.
Nivîsgeha çapemeniyê ya Elî Feleh Zeydî, namzedê ku ji bo avakirina hikûmeta Iraqê hatiye destnîşankirin, girîngiya xurtkirina têkilî û hevrêziya di navbera hemû hêzên neteweyî de ji bo lezandina pêvajoya avakirina hikûmetê tekez kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li hev kirin ku hikûmeta bê divê “daxwazên welatiyan li seranserê welêt bicîh bîne”.
Elî Feleh Zeydî ji bo avakirina hikûmeteke nû di nav 30 rojan de hatiye destnîşankirin


