Polîtîk

Serok Barzanî û Serokê Artêşa Amerika şerê Daîşê nirxandin

Êvariya îro şemî 15.11.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Martin Dempsey Serokê Desteya Erkanî ya Hevbeşa Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stewart Jonz Balyozê Amerîka li Iraqê û ji hejmarek piledar û şêwirmendên siyasî û serbazî yên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li civînê de ku Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Şengalî Wezîrê Navxo û Ferîq Şêrwan û Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokê Desteya Erkanî ya Hevbeşa Artêşa Amerîka ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bi başî birêve diçê û tekez jî li wê yekê kir ku hêzên hevpeymanan berdewam dibin li palpiştîkirina Pêşmerge û meşqpêkirina wan û her wiha weşandina gurzê asmanî li terorîstan li her cîhek ku pêwîst bike. Serokê Desteya Erkanî ya Hevbeşa Artêşa Amerîka serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge bilind nirxand û pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge li şerê dijî terorê da hebû û serxweşiyê jî li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstan da şehîd bûne û canê xwe gorî kirine. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Desteya Erkanî ya Hevbeşa Artêşa Amerîka wê yekê dûpatkir ku welatê wan û hêzên hevpeymanan li şerê dijî Da’îş da pişta xwe bi stratejiyekî hemû aliyene ya rûn dibestê. Serokê Desteya Erkanî ya Hevbeşa Artêşa Amerîka ragihand ku armanca serdana wan ya Hewlêrê ji nêzîk ve agahdarbûne ji rewşa meydanî û her wiha guhgirtine li pêşniyar û şîret û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê çawayiya berdewambûna lêdan û ji navbirina terorîstên Da’îş. Her wiha eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku hêzên hevpeymanan hemû têbîniyên Herêma Kurdistanê û pêdiviyên Pêşmerge bi ciddî werdigrin û kar ji bo dabînkirina wan dikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina General Martin Dempsey û şanda li gel kir û spas û pêzanînên xwe jî ji bo palpiştî û rola Amerîka û hevpeymanan dûpatkir ku hevkariyên wan li şerê dijî Da’îş de bi bandor û karîger bûye. Serok Barzanî li gotarek da bi hurî tîşk xiste li ser rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û behsa çawayiya têkşikandina terorîstên Da’îş li ser destê hêzên Pêşmerge kir û balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wê yekê ku hêzên Pêşmerge abluqe li ser bû, bi îmkaniyatekî kêm karî êrîşa rêxistineke terorîstî rabigrê ku çekên pêşketî û îmkaniyata dû dewletan ketibû destê wan. Serok Barzanî eve jî xisterû ku hêzên Pêşmerge gelek bi lez karîn êrîşa Da’îş rabigrin û ew bi xwe bikevê helwêsta êrîşbirinê û li gelek cîhan wan têkbişkînin. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hemû qurbaniyek didin bo ku terorîstan ji welatê xwe derbixîn û her bostekî axa Kurdistanê ji çengê terorîstan azad dikin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku şerê terorê tenê ne rehenda serbazî ye belku pêwîste li ruyê fikrî û siyasî û aborî ve jî rûbiruyê wan bibîn. Eve jî bi pêwîst zanî ku tu penagehek nabê li Iraq û Sûriye û tu cîheke din ji bo terorîstan bimîne. Serok Barzanî destxweşiyê jî li hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir ku heta niha bi tenê yek cîheke medenî jî nekirine armanc û hemahengî û êrîşan bi plana rêkupêk birêve diçê.

Her li vê kombûnê de çawayiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê xistin ber behs û her dû alî dûpat kirin ku pêwîste Bexda li yarmetîdana hêzên Pêşmerge de ciddî bê û erk û pabendbûnên xwe bi cîh bike. li beşekî dinê vê civînê de di derbarê rewşa Kobanê û çûna Pêşmerge ya Kobanê hate axaftin û her dû alî tekez li ser parastina Kobanê û palpiştîkirina wan hêzên Pêşmerge kir ku niha li Kobanê beşdarî şerê dijî Da’îşê ne.

 

Back to top button