Serok Barzanî û Serok Erkanê Artêşa Fransa civiyan
Îro dûşem 16.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Admîral Pîêr De Vîlîrs Serok Erkanê Artêşa Fransa û şandekî li gel kir ku ji General Dî Sêt Kuwêntîn Fermandeyê Operasyonên Taybetiyên Artêşa Fransa û Alên Cupirêt Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên artêşa Fransayê pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de Serok Erkanê Artêşa Fransa behsa rola Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstan kir û peywendî û hemahengiya di navbera hêzên welatê xwe û hêzên Pêşmerge bi baş wesif kir û eve jî dûpatkir ku şerê terorîstan şerekî hevbeşê me hemûyane û artêşa Fransa jî berdewam dibê li yarmetîdan û hevkarî û meşqpêkirina Pêşmerge û welatê wan heta ji naw birina Da’îş pabendî wê hevbeşî û yarmetîdanê dibe. Her wiha tekez li wê yekê jî kir ku ew metoda terorîst bangeşe û propagandayê ji bo wê dikin bi tu awayekî nayê qebul kirin.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Artêşa Fransayê kir û balkişand li ser hatina Serok Holland ya Kurdistanê û ew serdana ku li demeke gelek hestiyar da hate encamdan bi dûpatkirina dostayetiya gelê Fransa û Herêma Kurdistanê da zanîn eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê ji bo wan derket ku dostekî mezinê wekî Fransa li pişt wane. Serok Barzanî ji bilî wê balkişand li ser rûdawên terorîstiyên Parîs û Kopenhagin û cihên din û tekez li wê yekê kir ku teror hereşeyekî cîhaniye û terorîst li her cîhekî derfet ji bo wan birexsê dev ji dirindeyiyê bernadin ji bo wê yekê jî rûbirûbûna wê diyardeyê erkê hemû aliyeke. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa destpêka serhildana Da’îş û çawayiya geşbûna wan û êrîşa wan li ser Kurdistanê kir û eve jî xisterû ku li sayeya qehremaniya Pêşmerge êrîşa terorîstan hate têkşikandin û Pêşmerge ustûreya Da’îşê şikand û 15000 kîlometrê çargoşe li jêr destê terorîstên Da’îş rizgar kiriye. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku terorîstên Da’îş pişt bi hizra tekfîrî û cîhadî û hizra şoveniyê dibestin û ev cûre bîrkirina nemirovane tu paşarojeke xwe tûne.
Her li vê kombûnê da pêdiviyên hêzên Pêşmerge û çawayiya pêşxistina hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Fransa ya şerê dijî terorîstan guftûgo kirin.
Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmetê, Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.