Polîtîk

Serok Barzanî û Noşîrwan Mistefa dicivin

Bo gotûbêjkirina pirsgirêkên siyasî yên herêma Kurdistanê, biryar e di demeke nêzîk de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa, emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr û emîndarê Yekgirtû ya Îslamî Selahedîn Behaedîn bicive.
 
Çavkaniyeke agahdar ji Tevgera Goran ragehand ku, biryar e serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa, emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr û emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn bicive.
 
Berdevkê Komela Îslamî Ebdulsetar Mecîd daxwiyand: “Di bernameya serokê herêma Kurdistanê de ye ku digel kesên yekem ên partiyên kurdistanî bicive.”
 
Berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm derbarê wêya ka gelo wê Noşîrwan Mistefa di wê civînê de amade bibe yan na, got: “Erê, amade dibe.”
 
Civîna çaverêkirî ya Barzanî û Noşîrwan Mistefa di çarçoveya wan hewldanan yên ku niha ji bo pêkanîna komîteya reformên siyasî li herêma Kurdistanê tên dan de ye.
 
Derbarê vê komîteyê de, serokê fraksyona Yekgirtû ya Îslamî li parlamentoya Iraqê Necîb Ebdulla got: “Di yekem civîna me de digel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa wê yekê hatbû kirin ku bi mebesta zêdekirina hevahengiyê di navbera me de li parlamentoya Iraqê û baştirkirina rewşa siyasî li Kurdistanê, komîteya çaksaziyên siyasî li Kurdistanê bê damezrandin.”
 
Derbarê pêkhateya vê komîteyê jî, Necîb Ebdulla diyar kir ku komîte tenê ji nûnerên pênc partiyên siyasî pêk tê, ji partiyên ku kursî li parlamentoya Iraqê bidestve anîne û ji her partiyekê dû kes dibin endamên vê lîjneyê, yek ji endamên polîtburoyê wek nûnerê siyasî yê partiya xwe dibe û yê din jî ji parlamentoyê ku zêdetir bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî ye.
 
Weke tê zanîn berî hilbijartinên 25.07.2009ê û dirustbûna Tevgera Goran, Civata Bilind a Partiyên Siyasî ji serok û cîgirê serokê herêma Kurdistanê, serok û sekreterê Yekgirtû, Komela Îslamî, Hizba Sosyalîst, Zehmetkêşan, Komunîst, sekreterê PDKê û nûnerê YNKê pêk hatibû ku bi awayekî berdewam diciviya, lê ev zêdeyî sal û nîvekê ye vê civatê tu civîn saz nekirine.
 
Sekreterê Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd bo ragehand: “Hê biryara hilweşandina Civata Bilind a Partiyên Siyasî nehatiye standin, lê civînên wê hatine rawestandin.”
 
Berdevkê Komela Îslamî jî pêdagirî liser wê yekê kir ku: “Heta niha Civata Bilind a Partiyên Siyasî nehatiye hilweşandin.” 

 

(Rûdaw)

Back to top button