Serok Barzanî û Muqteda Sedir civiyan
Serok Barzanî ji Bexdayî serdana bajarê Necefê kir û ji aliyê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir pêşwazî lê hatkirin.
Serok Barzanî li Necefê ligel serkirdeyê şîean Muqteda Sedir civiya. Hat zanîn ku di civînê de rewşa dawî ya Iraqê hikûmeta nû peywendiyên Hewlêr – Bexdayê hatine gotûbêjkirin.
Di şand a Serok Barzanî de, Şêwirmendê Encûmena Ewleyî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herweha Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê Iraq a Federal Fûad Husên hene.
Serok Barzanî berî derbasî Necef bibe, li Bexdayê civîn ligel Serokqezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlementoyê Mihemmed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokwezîrê berê û Emîndarê Hizba Dawa Nurî Malikî, Serokê Tevgera Etaa Falih Feyaz, Serokê Bereya Turkmen a Iraqê Erşad Salihî, Serokwezîrê berê Heyder Ebadî, Serokê Kongreya Erebî Salih Mutleq û Serokê Tevgera Hikmê Ammar El Hekîm ra jî civiya bû.