PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Muqteda Sedir behsa avakirina hukumeta Iraqê kirin

Serok Barzanî ligel Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir pêweniyeke telefonî pêk anî.

Serok Barzanî û Muqteda Sedir di pêwendiya telefonî de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û geşedanên herî dawî gotûbêj kirin.

Herwiha di pêwendiyê de tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û nêzîkbûna hev a pêkhateyan hat kirin ji bo berjewendiya Iraqê.

Partiya Muqteda Sedir di hilbijartinên 10ê Cotmehê ya Parlamanetoya Iraqê de bûbû partiya yekem û hewl dide ligel Hevpeymaniya Teqedûm a bi serokatiya Helbûsî û ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hikûmetê ava bike.

Back to top button