Nivîsar

Serok Barzanî û berdewamiya karwanê serxwebûnê

Ekrem SalihDi nava alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn û ber bi sedsaliya rêkeftina Saykis Bîko ya şûm bo kurdan, tê pêşbînîkirin ku navçe rastî guhertineke nû bibe û cîhan bi taybetî welatên zilhêz bilez in ku çawa pêgeha xwe li navçeyê qayîmtir bikin û careke din beşdar bin di her guhertinekê de ku di nexşeya navçeyê de were kirin, ew jî bo berjewendiyên xwe biparêzin û pişka wan di van guhertinan de hebe.Cuda ji serdemê Şerê Yekem û Duyem ên Cîhanî, niha kurd amade ne û karekterên girîng in di hevkêşiya navçeyê de û cîhan giringiyeke mezin dide wan, bi taybetî li Iraq û Sûriyê, ku di egerê her guhertinekê di nexşeya navçeyê, dê ji van herdu welatan dest pê bike, ji ber ku ji aliyê praktîkî û li ser erdê Iraq û Sûriyê perçe bûne, ne tenê li ser bingeha neteweyî û olî û mezhebî bi tenê, lê belê ji aliyê milmilanî navdewletî jî navçeyên desthikata Rûsya û Îran û Amerîka û hevpeymaniya navdewletî diyar e. Lê dawiya pirsgirêkê pêdvî bi demeke zêdetir heye û ew milmilanî berdewam dibe û li cihna pevçûnên berjewendiyan dê rû bidin, lê ne merc e ku şerê cîhanî yê mezin dîsa çêbibe. Tevî ku hêj ne zelal e ku encamên vê rewşê dê çi bin û çawa bin, lê ya eşkere ew e ku zehmet e careke din Iraq û Sûriyê yekgirtî bimînin.Bêguman di rewşeke wisa de eqlaniyeta siyaseta kurdî di kar ligel van bûyer û pêşhatan de pir girîng e, ku çawa mamele ligel hevkêşe û nakokiyan de tê kirin. Bi nêrîna min di vê rewşa hesas de pêwîst e em pirsgirên navxwe û nakokiyên bikûk bidin aliyekî yan paş bixin heta rewş aram bibe û yekalîbûna nakokiyên Iraq û Sûriyê, ji ber ku pirsgirêka me niha ne ew e ku demokrasî li Kurdistan asta wê çend e, lê divê ya girîng ji me re ew be ku piştî van hemû qurbaniyan emê çi bi dest bixin, dewleta serbixwe yan hevtometbarkirin?.. Lewma di rewşeke wisa de pêwîst e hestê berpirsyaretiya dîrokî û neteweyî li cem me hemûyan zêdetir be ji berjewendiyên teng ên hizbî û nakokiyên herêmî. Bo vê yekê jî girîng e ku em berê xwe bidin dîroka xwe ya dûr û nêzîk û bi nêrîneke kurdane şiroveya bûyeran bikin.Di vê qonaxê de, pêgeh û rola Serok Barzanî pir girîng e, hemû dinya jî hest bi vê yekê dikin, jibilê hinek xelkên me yên nezan ku di warê siyasetê de pêşiya xwe nabînin, lewma piştevanî li Serok Barzanî bi cudahiya nêrînên siyasî, girîng û pêwîst e, ew jî wek Serokê Kurdistanê û semboleke bihêz bo daxwazên kurdan ji kevin û niha de jî, ji ber ku jibilê kesayetiya wî ya bihêz û pêgeha wî ya dîrokî û navdwletî û neteweyî, serok di vê qonaxa de roleke berçav dît di bihêzkirina pêgeha siyasî û dîplomatîk a Kurdistanê de, herwiha serkirdatiya şerê jinavbirina DAIŞê û aramî û seqamgîriya Kurdistanê. Ev jî jibilê hewandina bi sedan hezar koçber ji netewe û ol û mezhebên cuda li Herêma Kurdistanê.Bêguman niha li ser asta cîhanê de Serok Barzanî tê wateya Kurdistanê. Vêga eger hinek kes û alî ji ber her sedemekê be, vê yekê qebûl nakin û piştevaniyê li Serok Barzanî nakin, bila dest jê berdin karwanê xwe bigihîne cihê wî, ji ber ku ev qonax çarenivîsaz e û serxwebûna Kurdistanê jî pirseke stratejîk niştimanî û neteweyî ye û ne ji bo kes û aliyekî ye, lewma ew kesên wisa hizir dikin, li şûna derxistina girêkan û hewlên têkdanê, ya baştir çaverê bin yan ligel vî karwanî alîkar bin, bo ew jî bibin şirîkê vê şanaziyê, yana karwanê serxwebûnê yê Serok Barzanî berdewam dibe û îro yan sibe be dê her bigihê cihê xwe, vêga ew kes û alî li şûna ku bibin beşek ji şanaziyê dê bibin beşek ji şermezariyê. 

 

Back to top button