Polîtîk

Serok Barzanî serdana Pêşmergeyên li Kerkûkê kir

Îro dûşem 28.07.2014 li yekem roja cejna Remezana pîroz da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bereyên rûbirûbûnê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li mîhwera Kerkûkê kir. Li beşekî vê serdana meydanî da Serok Barzanî serdana yek ji baregehên hêza Pêşmerge yê li navçeya Dubiz kir û ji aliyê hejmarek berpirsên serbazî û siyasî yê bilindê Kurdistanê ku ji Mistefayê Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Hemeyê Hacî Mehmûd Berpirsê Mîhwera Kerkûkê ya hêzên Pêşmerge û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û her wiha hejmarek ji berpirs û fermande û efserên serbaziya pêkhatibûn pêşwaziyê lê kirin û li civîneke li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de di destpêkê de Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gotareke kurt da bi xêrhatina Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge gelek bi başî xwe rêkxistine û qehremanane amadeyê bergirîkirina Kurdistanê ne.

Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û li gotara xwe de ragihand ku min bi erkê xwe zaniye li yekem roja cejna Remezana pîroz da serdana we bikim û spastiya we bikim û li şûna hemû xelkê Kurdistanê pîrozbahiya cejnê li we bikim. Serok Barzanî behsa rola hêzên Pêşmerge kir û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge niha dîrokê dirust dike û paşarojê jî ji bo gelê xwe ava dike û eve jî şerefekî mezine û got: “Hun xwe feda dikin bo ku gelê Kurdistanê bi azadî û serbestî bijî”. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya ked û xebat û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir ku ew zehmet û qehremanî wiha dike nifşên pêş de bi azadî û serbestî bijîn û ragihand ku Pêşmerge amadeye bi navê dozekî rewa da rûbiruyê mirinê bibê û ewe şikest û batalxistine bi hemû hewlek ku wiha bawerin Kurd bawerî bi xwe nîne. Erkê Pêşmerge erkekî pîroze û gelê Kurdistanê jî gihîştiye qonaxekî gelek baş û serkeftina yekcarekî jî nêzîke. 

Serok Barzanî eve jî xisterû ku hez dikir serdana hemû mîhweran û senger bi senger serdana hêzên Pêşmerge kiriba û dûpata ewe jî kir ku bi hemû şiyanek ve palpiştê Pêşmergene û ewê li şiyana wan bê ji bo hêza Pêşmergeyê Kurdistanê dikin.

Her li vê serdanê de fermande û berpirsên serbaziyên hêza Pêşmerge Serok Barzanî ji rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûnê û rewş û guzerana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya Mîhwera Kerkûkê agahdar kir. 

Back to top button