HDP bi biryara MITê û Ocalan hatiye damezirandin

Beşîr Atalay cigirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê “pêvajoya aşitiyê“ di bernameyek televizyonî de di derbarê pêvajoyê de daxuyaniyên girîng dan û got ku, HDP bi biryara MITê û Ocelan hatiye avakirin.

Atalay di beşek axavtina xwe de got: Heta niha hevdîtin bi rêya MITê dihatin kirin. Ji hir pêve dê dezgehên din jî tevlî hevdîtina bibin. Me bernameyek daniye. Dema qanûna di vê derbarê de derkeve emê bidin kifşkirin ku dê çi demî de çi bête kirin.

Herweha Atalay da xuyakirin ku, di vê pêvajoyê de HDP bi biryara MITê û Ocalan hatiye avakirin. Piştî HDP avabûyî cara yekeme ku bi wate kar têne kirin.HDP di van xebatan de rolek girîng dileyzê, berendamê HDPê Selehatin Demirtaş jî hêdî siyaseta Tirkiyebûnê dike.

Nêrînek

  1. Ebdile eskere dibêje ku ji MIT e xizmetê dike û PKK kiriye bin emrê devlata Tikiya,Surya,Iranê,Rusya û devletên din.Ki pera dayi wan ise xwe bi wana kedandine.Cihan hemi zane kû bi vi haviye.

  2. Cigirê Serokvezîrê Tirkiye brêz Besir Atalay rast dibije û gele meyê jî gayrê PKK û BDP jî lê her deme ûsa digotên û Ocalan di bin 24 seetan da lê her deme di bin konmntrole istihbarat'a Tirkiye (MIT) de ye. Le mixabin henik însanen di dora PKK û BDP da pê me qet baver netikirin û me li goriyê nerîna xwên da ûsa jî dogot; ''Wextek helbijartin ware kirin û endamen BDP hamû di Îmrali da li goriyê daxwaziyê MIT'E van tene awakirin û tene xwastin û ew jî eskereye di dora BDP da gelek însanen MIT'ê jî hene''. Nizanim êdî jê wêr sûnda PKK û BDP cê di fikirine.

  3. Bi kerema xwe dema we nuçe da çawkani ango 'kaynak' a nuçeyê ji bidin da ku bawerîya mîrov pê bê. Dı kêja “bernamê” kû kengê ev daxwîyaniya berêz Atalay, Cihgirê Serokwezîr hatiye weşandin.\r\n\r\nSerkeftî û serefıraz bin.

Nerîna min :