Polîtîk

Serok Barzanî: Rewş gelek metirsîdar e

Ji ber wan tevlîhevî û alozîyên di  heyama van çend rojên borî da balên xwe bi ser deverê ra rakêşandîne, serok Mesûd Barizanî peyamek  ji  raya gşitî ya Kurdistan û Îraqê ragehand.

Serok Barizanî di peyama xwe da diyar dike ku rewşeka gelek metirsîdar li herêmê û Îraqê hatiye pêş û divê hemû aliyên berpirsiyar li gor aqil û lojîkê serederyê digel vê rewşa metirsîdar bikin.

Serok Barizanî raya gşitî haydar dike ku rewş li ber peqînê ye û pirsgrêk gelek tevlîhevin û divê bi eqil û hîkmet çareserî ji bo vê metirsiyê bihên dîtin.

Barizanî daxwaz ji hemû aliyan dike ku nekevine dûv dirûşim û mizayedên siyasî.

Ev jî teksta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di heyama  van çend rojên derbasbuyî da rewşeka gelek metirsîdar li navçeyê û Îraqê  hatiye holê û ji hemû aliyek ve hest bi metirsiyeka‌ mezin dihête kirin. Di rewşeka wiha da jî pêdiviye ji bo peydakirina çareseryê, guh li eqil û lojîk bê girtin neku li dûvketina  drûşim û gengeşeyên bêsûd.

Niha rewş li ber peqînê ye û girft gelek alozin. Ji bo vê yekê divê hemû aliyek,‌ ev xelkê ku hest bi berprsiyariyê dikin, bi eqil û hîkmet  çareseryeka minasib û maqûl peydabikin ku di xizimeta hemû aliyekî da be. Eger  bihêtû proseya çareserkirinê li ser rêyeka‌ wiha be, hîngê em di harîkarîkirina ji bo peydakirina çareseryê da kêmasiyê nakin, lê belê em bi wê yekê ra nabin ku welat rastî şerê bi wekalet û çarenvîseka nediyar bike.

Mesûd Barizanî

2020.01.07

Back to top button