Roja çarşem 26.07.2017 li Selaheddîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xwendekarên yekemên derçuyê pola donzdeha amadehiyê kir.Li vê hevdîtinê de ku Wezîrê Perwerde û Birêveberê Giştî yê Ezmûnan û Birêvebirên Giştî ya Perwerdeya Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Germiyan amade bûn, di destpêkê de Wezîrê Perwerde spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê û bi kurtî li ser pêşketina proseya xwendinê li Kurdistanê û astengên li ber behs kir.Paşê Serok Barzanî li gotarek da bi xêrhatina xwendekarên yekemên Kurdistanê kir û ragihand ku gelek xweşhale bi hevdîtina van azîzan û pîrozbahiyê li xwendekar û mamostayan kir. Serok Barzanî ragihand: Ji bo min gelek cihê xweşhaliyê ye ku hejmareke zêdeyê keçan li rêza yekemên Kurdistanê dane û keça şehîdekî Kurdistanê jî pileya yekem bi dest ve aniye, we hemûyan ruhê şehîdên xwe şad kir û hûn cihê serbilindî û şanaziyê ne.Her li vê hevdîtinê de dû xwendekarên yekemê her dû beşa zanistî û wêjeyî, bi navê xwendekarên yekemên Kurdistanê ve spasî Serok Barzanî kirin ji bo vê pêşwaziyê û spasî mamostayên xwe kirin ku ji bo vê serkeftinê piştevanê wan bûne. Her wiha spasî Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kirin ku li sayeya wan ve karîne bi piştrastiyê ve bixwînin û sozê jî dan ku hemû şiyan û hewlên wan ji bo serxistina Kurdistanê û şadkirina ruhê şehîdan dibe.
Pêş
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
04/07/2025
Teqînek bihêz li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat bihîstin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Koça dawî kir27/06/2025