Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir
Roja yekşem 17ê Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Qasim El Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên nava proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û her du alî hemahengiya berdewam ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera wan bi pêwîst zanîn.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de ji bo berdewambûna hemahengiya di navbera wan ya li şerê dijî terorîstên Da’îş, tekez li ser daxwaza Hewlêr û Bexdayê kirin.