Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Senator Christian Cambon Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve û Berevanî û Hêzên Çekdaran li Encûmena Pîran ya Fransayê kir.
Li hevdîtinê de ku Olivier Dekotini Konsolê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve û Berevanî û Hêzên Çekdaran li Encûmena Pîran ya Fransayê pêzanînên xwe ji bo rola hekîmaneya Serok Barzanî ya li rewşa Iraq û Kurdistanê de hebû û ragihand ku Serok Macron ew raspardiye ku serdana Serok Barzanî bike ji bo wergirtina raman û nêrîna wî ya li ser rewşa siyasiya Iraqê.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê xistin ber behs û di derbarê wê rêkeftinê jî danustandina bîr û ramanan kirin ku li navbera çarçêweya hemahengî û sunne û Kurd li ser bingeha destûrê hatiye encamdan, tekez jî li wê yekê kir ku kêşeyên Iraqê li rêya guftûgoyê bê çareser kirin.
Di derbarê êrîşa mûşekiya Komara Îslamiya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê, her du alî lêdana xelkê sîvîl û bombebarana xwendingeh û cihên medenî bi tawaneke mezin dane zanîn.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransayê kir ku li rojên dijwar de palpiştê gelê Kurdistanê bûne bi taybetî jî hatina Serok Olland di dema êrîşa Da’îş ya li ser Kurdistanê amajeyeke mezin ya dostayetiya gelê Fransa û gelê Kurdistanê bû.
Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve û Berevanî û Hêzên Çekdaran ya li Encûmena Pîran ya Fransayê ragihand welatê wan berdewam dibê li palpiştî û dostayetiya gelê Kurdistanê. Li dawiya hevdîtinê de jî Madalya Encûmena Pîran ya Fransayê wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.