Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda YNK kir
Îro în 23.01.2015 li baregeha Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li mîhwera Rojavayê Dîcle birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Dr. Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Duyemê Sekreterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji Herêm Kemal Axa û Şalaw Kosret Resul Endamên Serkirdayetî û Rêbaz Bêrkotî Serokê Fraksiyona Sewz(Kesk) li Encûmena Parêzgeha Hewlêr û Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.
Di vê kombûnê da şanda mîhvan destxweşiyê li Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ji bo wan serkeftinên ku li bereyên rûbirûbûna terorîstan de bi dest ve anîne û serxweşiyê jî li kesukarê wan Pêşmergeyên qehremanan kir ku li şerê dijî terorîstên Da’îş de şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwestin.
Her li vê civînê de rewşa navçeyên azadkirî û bereyên şer hate nirxandin û tekez li ser palpiştîkirina hêzên Pêşmerge kirin û di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgoyê kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyên siyasiyê Kurdistaniyan li vê rewşa dijwar û pir tehdîd de kirin û tekez li wê yekê kirin ku yekrêziya di navbera aliyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge mîsogeriya serkeftina gelê Kurdistane.