Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Amerîka kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrew Peek Cîgirê Sekreterê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û şandekî li gel kir ku ji çend dîplomatkarên Wezareta Derve û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda guftûgo kirin û pêşwaziyê jî li biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo dûbare şandina nefta Kerkûkê li rêya Herêma Kurdistanê kirin û bi biryarekî dirust dane zanîn û şanda mîhvan spasî helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya şandina nefta Kerkûkê li rêya boriyên Herêma Kurdistanê kir.

Her dû alî jî li ser ewe hevrê bûn ku rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê derfetekî nûye ji bo Herêm û Bexdayê û ji bo li gel hevdû çareserkirina kêşeyan û hemahengî û hevkariya zêdetir û hêviya wê yekê xwestin ku girift ji bo wê derfeta nû neyê dirust kirin.

Rewşa parêzgeha Nînowa û Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê rêyên asayîbûna rewşa wan navçeyan û berçavgirtina maf û daxwazên pêkhatên olî û neteweyiyan û vegerana koçberan û çawayiya birêvebirina wan navçeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge ya li şerê dijî Da’îş û dabînkirina aramiyê de hebû û tekez li wê yekê kir ku Amerîka herdem rêzeke taybetî ji bo azayetî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.

 

Back to top button