Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hudapar kir

Li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Doza Azad(Hur Dawa Partisi) Hudapar ya bi Serokayetiya Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudaparê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinê ya hilbijartina cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûnerên Iraqê li Partî kirin û heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê ya şerê Da’îş û ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî xistin ber behs û guftûgoyan.

Pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.


Bersiv :

Nêrîna te
Nav: