Serok Barzanî pêşwaziya şanda Navenda Diyaloga Rafîdeyn kir

Serok  Barzanî li Selahedîn li gel şandekî Navenda Diyaloga Rafîdeyn ku ji hejmarek kesayetiyên akademî û çandî ya Iraqî pêkhatibû, civiya.

Li vê kombûnê da ku bi mebesta raguhertina di derbarê xwepêşandanên hemwelatiyan û rewşa siyasiya Iraqê û paşaroja proseya siyasî hatibû sazkirin, di destpêkê de şanda mîhvan ji bilî spasî derbirîna rexsandina derfeta vê hevdîtinê, raman û têbiniyên xwe yên di derbarê rewşê de xistinrû û plana Navenda Diyaloga Rafîdeyn ya ji bo lêkolîna rewşa niha û xistinerûya pêşniyarên yê ji bo hengavên pêwîstên çareseriyê, ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û paşê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku berçavrûniyên pêwîst bide wan.

Serok Barzanî ji bilî derbirîna piştevaniya daxwaziyên rewayên xelkê, zelal kir ku xelk mafê xwe ye daxwaza jiyanekî bextewer û serbilindane bike û ev rewşa bûye sedema nerazîbûna xelkê siyaseta şaş ya salên derbasbûyî ye û nabê berpirsiyariya wê bi tenê bixin stûyê Serok Wezîrê niha û kabîna wî û xelkekî ku ew bi xwe hokarê kêmasî û şikestên salên derbasbûyî bûn niha sûwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin.

Serok Barzanî her wiha balkişand li ser dîroka gelê Kurdistanê ya li gel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdana Kurdistanê û wê yekê xisterû ku dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşî û şeraketiya Kurd û Ereb û ber çavgirtina mafên pêkhatên din hate damezrandin, lê belê beşa gelê Kurdistanê ji wê hevbeşiyê wêrankirina 4500 gundan û sed û heştih dû hezar kesên enfalkirî û bêserûşûnbûna donz deh hezar xortên Feylî û heşt hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû. Li gel wan hemûyan de jî bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê destên xwe ji bo tolhildanê nebir, belkû bi berevajî ve, serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi nav nivîsîna destûrekî hemdem û pêkanîna Iraqekî demokrat û federal ku têda mafên hemû aliyek parastî û cîgîr bê, hewleke zêde da. Lê belê mixabin bi sedema baladestiya çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina hevbeşiyê, ketin dijayetiya gelê me û destûr hate binpêkirin û kar gihîşte tolhildanê û kûrtirbûna tayîfegerî û abluqedanîna Pêşmerge û birîna bûdce û leşkerkêşî û plangêrana ji bo ji navbirina Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî her wiha ragihand ku eger destûra niha ya Iraqê wekî xwe bihata bi cîhkirin, zêdetirê kêşeyan rû nedidan û mafên hemwelatiyan dihate parastin. Lê belê li encama piştgûh xistina destûr û hewldana ji bo takrewî û xwesepandinê Iraq gihîştiye vê rewşê û çareserkirina wê jî pêwîstî bi nehiştina hokaran heye.

Serok Barzanî zelal kir ku guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexda berev çareseriya kêşeyan de hengavên baş avêtine û berdewamin jî. Bi eşkere jî bi şanda mîhvan ragihand ku ew daxwaziyên bi navê xwepêşanderan ji bo guherîna sîstema hukim û destkarîkirina destûrê dixine rû, heta wê radeyê rewa û qebulkirîne ku dijî mafên destûrî û şeriyên gelê Kurdistanê nebin û bingehên demokrasiyê, tewafuq û pêkvejiyana hemû pêkhatan biparêzê.

Serok Barzanî her wiha pêşwaziyê li armancên navenda diyalog û raguherînê û pêşniyarkirina çareseriya guncav ji bo kêşeyan kir û bi hengavekî gelek baş ya ji bo hevdû têgihîştin û gihîştina bi encama bi sûd da zanîn.

 


 

Nerîna min :