Serok Barzanî pêşwaziya kesukarê şehîdên Bakûr kir

Îro dûşem 03.08.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê pêşwaziya li kesukarê dozdeh şehîdê Bakûr kir ku li şerê dijî terorîstên Da’îş ya li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne û termên wan li ser sînorê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ragirtîne.Di destpêka hevdîtinê de kesukarê şehîdan, spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku hewla berdewamiyê daye bo ku Hikûmeta Tirkiye rê bi vegerana termê wan şehîdan bide ku vegerin warê xwe. Her wiha spasiya berpirsên serbazî û îdarî ya parêzgeha Dihok û her dû derwazeya sînorî ya Pêşxabûr û Îbrahîm Xelîl kirin ku gelek hevkarê wan bûne û termê şehîdên wan bi rêz ve parastîne.Her wiha ragihandin: Bi baweriya me Serok Barzanî ji bo her çar perçeyan sembol û hêmaya hêvî û aştî û aramiye û hêvîdarîn li hewlên xwe de berdewam bê, bo ku berpirsên dewleta Tirkiye rê bi vegerana termên şehîdan ya ji bo warên xwe bidin.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina kesukarê şehîdan, ragihand: Ew şehîdê mene û gelek li cem me azîzîn, ew azîz li şerê dirindetirîn rêxistina terorîstî da canê xwe gorî kirine û şehîdê hemû malekî Kurdistan û hemû mirovayetî û cîhana azadin. Ji bo wê yekê gelek bi wê yekê nîgeranim ku termên wan li ser sînor mane û ragihand: Bêguman hewlên xwe de berdewam dibîn û hêvîdarim bikarîn muhleta vegerana wan werbigrîn. Lê belê eger Tirkiye her rê neda, eve vir mala we ye û eger hun rizamend bin li vir bi rêz ve bi emanet bi axê dispêrîn.Serok Barzanî ragihand: Em naxwazin ne xwîna Kurd bi destê kesek birijê, ne xwîna kesek bi destê Kurd birijê. Sed sale me wekî Kurd bergiriyê li nasnameya xwe kiriye, me bergiriyê li nasnameya xwe kir û me xwe parast û me xwînê da. Em dixwazin bi aştiyê bigihîn mafên xwe.Serok Barzanî hêvî xwest ku proseya aştiyê li Bakûr berdewam bibê û tekez kir ku encama şer nexweşî û wêrankariye. Li encamê da jî serkeftin ji bo gelê Kurdistanê dibe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: