Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

Roja 10.11.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alberto Ortega Martín Balyozê Vatîkan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li têkşikandina terorîstên Da’îş kir û ragihand ewê Pêşmerge encam da karek bû ji bo hemû mirovayetiyê. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rojên teng da koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan parast û dergehê ji bo wan vekirin.

Li beşekî dinê civînê da rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewayi ya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.

Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 


 

Back to top button