PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya kir

Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Bell Richard û şanda pê re kir.

Di civînê de, Bell Richard sersaxî da Serok Barzanî ji ber wan Pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatibûn şehîdkirin, herwiha başbûn jî bo Pêşmergeyên birîndar xwast.

Her di wê civînê de Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, derbarê rewşa meydanî ya hewlên hêzên Hevpeymanan di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de li Sûriye û Iraqê, agahî dan Serok Barzanî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, avakirina navendên hemahengiyê yên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de ji bo parastina navçeyan ji gefên teroristan û hewlên pêkanîna hêza hevbeş, bi girîng û berhemdar bi nav kir.

Hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge û encamdana çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de jî tewereke din a civînê bû û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeyman destnîşan kir, yekxistina Pêşmerge ji welatên Hevpeymanan re gelekî girîng e.


Back to top button