Polîtîk

Serok Barzanî Pêşmergeyan pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovanBerî nîvroya roja înê 04.03.2016 terorîstên Da’îş êrîşeke berfireh li ser sengerên polayî yên hêza Pêşmerge ya li eniya Rojavayê Dîcle û li Çarrêya Keskê û Eskî Musil kir. Spas ji bo xwedayê mezin ew êrîşa terorîstan ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate têkşikandin û ziyanekî mezin li dijmin dan û Pêşmerge destanekî kêmwêne li beranber terorîstan tomar kir.Bi helkefta vê serkeftina mezin, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû Pêşmergeyên qehreman dikim. Spasî Fermande û Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Dîcle û Fermandeya Zêrevanî û Fermandeya Dihok û Fermandeya Hêza Piştîvanî û Leşkerê Roj ya Rojava û Hêza Yedek û îhtiyatî ya Rojavayê Dîcle dikim û destxweşiyê li wan dikim ku beşdarî vê serkeftinê bûne û dijmin têkşikandine û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim. Bi pêwîstî dizanim spasî Hêzên Hevpeymanan bikim ku bi piştevaniya asmanî palpiştê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Pêzanîneke mina bê sînor ji bo wêrekî û dilêrî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li hemû eniyên şerê bergirîkirina li gel û nîştîman heye. Heta gelê Kurdistanê xwediyê zarok û gedeyên çavnetirs û azayên wekî we bê, herdem serşorî û şikest ji bo dijmin û nehezan dimîne.Her bimînin ji bo Kurd û Kurdistan û hêviya temendirêjî û serkeftinê ji bo we dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê04.03.2016

Back to top button