Polîtîk

Serok Barzanî Pêşangeha Pertukan vekir

Îro pênçşem 02.04.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dehemîn pêşangeha salaneya navdewletiya pertûkan ya li bajarê Hewlêrê vekir. Ev pêşangeh li bin çavdêriya Serok Barzanî û bi beşdariya zêdetirê 200 sazî û dezgehên çap û bevlavkirinê û navendên rewşenbîrî cîhanî û Erebî û navçeyî û Iraqî û Kurdistanî hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Dezgeha El Meda û bi sponseriya çend kanalekî ragihandinê birêve diçê û zêdetirê 700 hezar navnîşanan pertûk têne pêşandan.

Hêjayî gotinêye her yek ji rêzdaran Firyad Rewandizî Wezîrê Rewşenbîriya Iraqa Federal û Cîgirê Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraq û hejmarekî zêdeyê kesayetiyên siyasiyên Iraqî û Kurdistanî û konsol û nûnerên welatan li Hewlêr û rewşenbîr amadeyê vekirina dehemîn pêşangeha navdewletiya pertûkan bûn.

Back to top button