Polîtîk

Plana Bexda li hemberî Hewlêrê

Hikûmeta Bexdayê, pişka budçeya Hêzên Pêşmerge diyar nake. Parlamenteran jî li ser îhtimala Bexda di çarçoveya operasyona Mûsilê de bûtçeye li hemberî şertên Hewlêrê weke fersendeyeke bikar bîne, hişyarî da.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re got, ji budçeya Iraqê pişka bûdçeya Hêzên Pêşmerge ne hatiye diyarkirin. Yawer anî ziman divê li gorî nifûsê di çarçoveya rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji pişka Hêzên Piyadeyên Iraqê beşek bo pêşmerge bê şandin.

Cebar Yawer wiha got: “Di destûra bingehîn de budçeya Hêzên Piyadeyên Iraqê ne hatiye diyarkirin.”

Yawer anî ziman ji ber vê yekê jî wan daxwaza komîteyekê kirine û got ji firotina petrola piştî Tebaxa 2014an ji xeynî meaş û mesrefên pêşmerge 84 milyar dînar terxan kirine.

Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder jî got, li gorî makezagona Iraqê, pişka budçeya Hêzên Pêşmerge ne girêdayê firotina petrolê ye û divê Bexda mehane 100 milyar dînar bişîne.

Mesûd Heyder amaje kir ku demên pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê herî baş jî Wezareta Parastina Iraqê budçeya pêşmerge ne şandiye û wiha got: “Diyar e Bexda dixwaze budçeya Hêzên Pêşmerge girêdayî operasyona rizgarkirina Mûsilê bike.”

Salane budçeya Hêzên Pêşmerge 200 milyon dinar e lê ji sala 2007an ve Bexdayê ew budçe ne şandiye.

Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd jî Hikûmeta Iraqê rexne kir û diyarkir ku Bexda budçeya Heşdul Şeibî dişîne lê ya pêşmerge naşîne û ti niyeta wan a şandine jî nîne.

Hikûmeta Iraqê dixwaze Hêzên Pêşmerge tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.

Reşîd anî ziman Bexdayê ji bo kurd tevlî operasyona Mûsilê bibin hin şert dane ber wan û wiha got: “Dê li gorî vê yekê biryara budçeya Hêzên Pêşmerge bidin.”

Endamê Komîsyona Darayî ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şeban got heger pirsgirêkên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin jî Hikûmeta Bexdayê ji ber krîza pereyan budçeya pêşmerge naşîne.

Dilşan Şeban eşkere kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji budçeya xwe mehane 157 milyar dînar ji bo meaş û pêwîstiyan dide pêşmerge. Şeban got herwiha mehane ji ber şerê li dijî DAIŞê 20-30 milyar dînar mesrefa wan çêdibe.

531

Back to top button