Polîtîk

Serok Barzanî: Mafê rojnamevanan e ku azad bin

Bi minasebeta 133 saliya rojnamevaniya kurdî, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dike.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe de behsa rola pîroza rojnamevanan dike û dibêje: Bêguman rola rojnamevanên Kurdistanê çi di qonaxa tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û çi di serdema azadî û pêkanîna hikûmet û parlamentoya Kurdistanê û rojgara demokrasiyê de, roleke bi bandor bûye.

Serok Barzanî tekîdê li ser rojnamevaniya azad û azadiyê rojnamevanan dike û dibêje:  lê belê di heman demê de pêwîste rojnamevan jî ji sînorên etîketa rojnamevaniyê dernekevin û sînorên wê azadiyê ku, ji bo wan hatiye dabîn kirin, derbas nebin.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe diyar dike ku hêşat gelek gef û tehdîd li ser tecrûbeya herêma Kurdistanê hene û dibêje: Em ne xwedî kiyanekî serbixwene, Em di herêmekê dane ku heta niha tehdîd û gefên zêde li ser hene. Ji ber vê yekê erkê hemû rojnamevanane ku bi erkê nîştimaniya xwe rabin û vê rastiyê jî li berçav bigrin.

Ev li jêr teksta peyama serokê Kurdistanê ya bi minasebeta 133saliya rojnamevaniya kurdî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Bi helkefta salvegera sed û sêzdeh saliya rojnamevaniya kurdî, ji kurahiya dilê xwe germtirîn pîrozbahiyan li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û di bicîhkirina erkê hestiyar û gihandina peyama pîroz da hêviya serkeftin û geşkirineke zêdetir ji bo we dixwazim.

Bêguman rola rojnamevanên Kurdistanê çi di qonaxa tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û çi di serdema azadî û pêkanîna hikûmet û parlamentoya Kurdistanê û rojgara demokrasiyê de, roleke bi bandor bûye. Her ji bo wê yekê îro jî ku, gelê me li ber  pêşhat û rewşa hestiyar daye, dîsa wezîfeyeke pir berpirsiyarî dikeve li ser milên rojnamevanan. Rojnamvan dikarin roleke bilindtir û bibandortir bibînin û bi awayekî pîşeyî û di çarçoveyê parastina berjewendiyên bilindên Kurdistanê de bibin beşek ji ciwantirkirina tecrûbeya gelê Kurdistanê û bi rexneyên avaker û xemxwarane kêmasiyan destnîşan bikin û çareseriyên minasib pêşniyar bikin. Her wiha di geşepêdan û kûrtirkirina  pirensîpên demokrasî, lêbihorîn,  ruhê hevdûqebulkirin û pêkvejiyana hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê û pêşxistina çarenûsên hevbeş de rojnamevan dikarin bi awayekî aktîv beşdariyê bikin.

Mafê rojnamevane azad bin û pêwîste desthilat jî ji bo zêdetir pêkanîna wê azadiyê kar bike, lê belê di heman demê de pêwîste rojnamevan jî ji sînorên etîketa rojnamevaniyê dernekevin û sînorên wê azadiyê ku, ji bo wan hatiye dabîn kirin, derbas nebin û divê exlaqiyetek jî  ku, me hemûyan pêkve kombike, hebe.
 
Em ne xwedî kiyanekî serbixwene, Em di herêmekê dane ku heta niha tehdîd û gefên zêde li ser hene. Ji ber vê yekê erkê hemû rojnamevanane ku bi erkê nîştimaniya xwe rabin û vê rastiyê jî li berçav bigrin.

Di dawiyê de, careke din cejna rojnamevaniyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê pîroz dikim û hêvîdarim ku ev minasibe ji bo pêdaçûn û dariştina plan û bernameyên minasib ji bo pêşxistina karwanê rojnamevaniyê li ser esasê nîştimanî û neteweyî hokarek be.

Digel rêz û silavn

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
21-22.04.2011

Back to top button