Polîtîk

Serok Barzanî li zengila serxwebûnê xist

Barzanî daxwaz kir ku amadekarî ji bo referanduma serxwebûnê bê kirinMesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji partiya PDK kir ku li gel partiyên din mekanîzmek ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê amade bikin.Ev daxwaza Serok Barzanî li civîna serkirdayetiya PDK de hatiye ku li roja 20/12/2015 encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê bi Serokayetiya Mesûd Barzanî civîna xwe ya asayî kir.Aras Heso Mîrxan li vî derbarî de got: “PDK kar dike bo ku kêşeyên Herêma Kurdistanê mezintir nebê, ji ber ku biryare di demeke nêzîk de her dû Mekteba Siyasiya PDK û YNK kombûnekî girîng bikin”.Her wiha got Barzanî li civîna serkirdayetiyê da daxwaz kir li gel partiyên din aliyetek peyda bikin ku kar li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê bê kirin”.

Back to top button