Serok Barzanî li gel Şahê Sû’ûdiye civiya
Li dirêjahiya serdana welatên Kendavê û piştî serdana welatê Îmarat û civîna li gel Mîrnişînê Ebudabî û hejmarek berpirsên Îmarata Yekgirtiya Erebî roja dûşem 30.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel gihîştin bajarê Riyaz a paytexta Şahnişîna Sû’ûdiye.Serok Barzanî li çarçêweya serdana xwe ya fermî ya Şahnişîna Sû’ûdiye roja sêşem 01.12.2015 Şah Selman Abdulezîz li Koşka Paşayetiya li bajarê Riyaz pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.Li vê hevdîtinê de ku Emîr Mihemed Bin Nayîf Bin Abdulezîz Mîrnişînê Yekem û Cîgirê Yekemê Serok Wezîr û Wezîrê Navxo û Emîr Mihemed Bin Selman Bin Abdulezîz Mîrnişînê Duyem û Cîgirê Duyemê Serok Wezîr û Wezîrê Bergiriyê Şahnişîna Sû’ûdiye û her wiha Wezîrên Darayî, Derve, Rewşenbîrî û Ragihandina Hikûmeta Sû’ûdiye û hejmarekî zêdeyê berpirs û karbidestên bilindên wî welatî amade bûn, Şahê Sû’ûdiye bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî ji bo serdana Serok Barzanî ya Sû’ûdiye nîşan da û tekez li ser girîngî û berdewamiya serdanan û berfirehtir kirina asta peywendiyên di navbera her dû aliyan kirin.Her li çarçêweya vê hevdîtinê de Şahê Sû’ûdiye firavînek li ser şerefa Serok Barzanî saz kir û zêdetirê serkirdeyên bilindên siyasî û îdarî û serbaziyên Sû’ûdiye amadeyê vê mîhvandarî û firavîna Şahê Sû’ûdiye bûn.Piştî firavînê Serok Barzanî û Şahê Sû’ûdiye bi amadebûna Mîrnişînê Yekem û Duyemê Sû’ûdiye û Wezîrên Derve û Bergirî û Wezîr û berpirsên dinê Hikûmeta Sû’ûdiye beşdarî kombûnekî berfireh bûn ku têda rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê çareseriya qeyranên navçeyê û Iraq û şerê dijî terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.Her wiha li berdewamiya serdana fermî ya Şahnişîna Sû’ûdiye, Serok Barzanî li gel Cîhnişîn û hejmareke mezinê berpirsên dinê wî welatî re komdibe.