Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, Almanya dê berdewam bibe li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge û dê şêwirmendên xwe yên leşkerî li Kurdistanê zêdetir bike.Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, piştî êrişên Parîs, Almanya biryar da ku şêwirmendên leşkerî zêdetir bişîne Herêma Kurdistanê û dê erkê wan şêwirmendan perwerdekirin û pêşkêşkirina alîkariyê bo Hêzên Pêşmerge.Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku, tê çaverêkirina Parlamentoya Almanya biryara dawî derbarê şandina leşkeran bo Kurdistanê bide.