Serok Barzanî li gel pêkhatên Kildan Siryan Aşûriyan civiya
Serok Barzanî li gel Fraksiyonên partî û pêkhatên Kildan Siryan Aşûr ya li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê civiya
Roja dûşem 27.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel fraksiyonên partî û pêkhatên Kildan Siryan Aşûr li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî civiya.
Li vê civînê da ronahî xistin li ser karubarên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola encûmenê li çareserkirina giriftên xelk û dabînkirina xizmetguzariyê û amadebûyên civînê têbînî û pêşniyarên xwe yên ji bo baştirkirina karê encûmenan û xizmeta zêdetirê xelkê, bi Serok Barzanî gihandin.
Li beşekî dinê vê civînê da Serok Barzanî li gotarek da spasî erk û keda Encûmena Parêzgehan û Fraksiyonên Partî û Pêkhatan kir û pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşê di navbera wan de hebû.
Di derbarê çawayiya karkirin û hêlên giştiyên erk û karê Encûmenên Parêzgehên Herêmê Serok Barzanî şîret û rênîşandanên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.