Serok Barzanî li gel Partiyên Siyasiyên Kurdistanê civiya
Hevdîtina şêwirmendî ya partiyên Kurdistanê bi Serokayetiya birêz Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, behsa pêşhatên metirsîdarên ketina bajarê Musil û çend bajar û bajarokên dinê parêzgehên Selahedîn, Diyale û Kerkûkê kirin, eve jî piştî paşvekişana artêş û hêzên emniyên Iraqê yên ji wan navçeyane ku piştî şikesta çareseriya siyasiyane li Enbar û Felluce pêkhat. Hevdîtin li asta pêkhatina siyasî û serbazî û emniyên vê rewşa kûr da helwest kir, her wiha ew sedemên bûne bingeh ji bo wê yekê ku Da’îş bikarê navçegelêkî zêdetirê rûniştvanên berfireh dagîr bike û ziyana mirovî û maddî û serbazî jî bi artêşê bigihîne.
Li hevdîtinê de, tekez li wê yekê kirin ku paşvekişana proseya siyasî û betalkirina proseyê li naveroka demokrasî û nîştîmaniyan, rola neyînî hebûye û bûye sedema hilweşandina hevpeymaniya hêzên peywendîdar û damezrênerên proseya siyasî. Her wiha bûye sedema peyrewkirina nehcêkî siyasî ya dijî destûr û tewafuqan û bingeheke destpêkî ya proseya siyasî ku ew bingeha hikûmetê yek li dawiya yekê Iraqiyan li ser hatibû damezrandin.
Kombûnê de tekez li wê yekê kirin ku pêwîste ji serî ve bawerî li navbera hêzên Iraqiyan û pêkhatên nîştîmaniyan da bê avakirin û destpêşxeriyekî nîştîmaniyaneya siyasî pêkbê ku î’tîbar ji bo krokiya proseya siyasî vegêrê. Her li nehiştina siyaseta nehiştin û îhmalkirinê yên berev demargîrî û eşîriyê diçespênin, heta cîh hiştina diyardeya takrewiya desthilat û belavkirina keşûhewayek ku xizmeta berjewendiyên eşîriyên teng dike û dibine sedema tengavkirina pêkhatên hevbeşên karên nîştîmanî.
Her li vî warî de, hevdîtin wê yekê dûpat kir ku çareseriya serbazî û emnî bi tenê, Iraqê rûbirûyê pêkhatinê metirsîdartir dike ku tehdîd li selametiya nîştîmaniyê dikin. Ji bo wê yekê çareseriyekî siyasî û çaksaziyên bingehînê berfireh pêwîste, ku pişt bi îdareyekî hevbeş ya hemû qeware û hêzan û hemû nîştîmanperwerên Iraqiyan bi bê cûdahî bibestê. Her wiha tekez jî li ser karkirina kirin ku pêvajoyê baştir bikin û ji wan cihên neyînî yên li proseya siyasiya Iraqê da ku lekebûn paqij bike û her wiha vegerandina welat ya ser wê rêyê û berev binyatnana dewleta damezraweyî ya demokratiyan û cûdakirina desthilatan û tokmekirina pêgeha hemwelatîbûnê diçê, ew jî dûrî her diyardeyekî dest bi serdagirtin û binpêkirina destûr, her wiha bi hêzkirina peywendiyên serketiyên di navbera pêkhatên gelê Iraqê.
Beşdarbûyên hevdîtinê li ser şermezarkirina terorê bi hemû awayek û navan ve, her wiha li ser nermî nişandan û sazîşnekirina li gel rêkxistinên terorîstî û tekfîriyan da hevdeng bûn.
Kombûn rola qehremananeya Pêşmerge ya li rû bi rûbûn û sûrbûna wan ya li ser dakokîkirina hemwelatiyan li hemû navçeyên ku hevdeme li gel palpiştiyekî mezina neteweyî bilind nirxand.
Hevdîtinê de tekez li ser amadeyî ya berdewam ya pêşwazîkirina penaberan û hevkarîkirina wan kirin, her wiha beşdarên hevdîtinê bangewazêkî bi lez pêşkêşî civaka navdewletî kirin ku heta berê xwe bidin rewşa mirovî ya dehan hezar penaberan û yarmetiya wan bidin bo ku hinek ji azarên wan kêm bibe û rewşa Herêma Kurdistanê jî hinek sivik bibe.
Pîrmam
17.06.2014